Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn destnîşan kir ku dewleta Tirk û rejîma Baasê li dijî sîstema demokrasiyê di heman rêzê de ne. Mihemed Şahîn piştrast kir ku
yekîtiya gel dikare pêşî li hevkariya wan bigire û êrîş û dagirkeriyê bi dawî bike.
Di nava 10 salên dawî ji bo krîza Sûriye heya niha çareseriyek nehatiye peydakirin.
Derbarê mijar de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku bi zêdebûna êrîşkarî û gefên re dewleta Tirk dişibe rejîma Baasê û wiha got :
Şahîn destnîşan kir ku dewleta Tirk ava Firatê qût kir, paşê jî deriyê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê girt û ev tişt anî ziman :
“Her çendî di gelek mijaran de bi nakok jî bin, di mijara Rêveberiya Xwesede li heman eniyê ne.
Tevî hevkariya van hêzên jî îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek demokratîk pêk hatiye.
Em dixwazin bi projeyeke demokratîk û aştiyane krîza Sûriye çareser bikin.”
Şahîn bal kişand ser hevkariya êrîşan a rejîma Baas û dewleta Tirk a dagirker û wiha domand:
Mihemed Şahîn axaftina xwe wiha bi dawî kir û got:
“Her du jî sîstema rêveberiya xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwe dijmin dibîne.
Li hember wê divê gelê Kurd bikeve nava hewldanên hê xurtir, têkoşîna xwe mezin bikin, yekîtiya xwe avabikin.”