SERLÊDANA PARÊZERAN A JI BO OCALAN CARA 805’AN HAT REDKIRIN

Serlêdana hevdîtinê ya 805’an a parêzeran a ji bo bi Rêber Ocalan re pêk bînin, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.

Parêzer Cengîz çîçek,

Cengîz Yureklî,

Faîk Ozgur Erol û Nerov Ûysal ji bo hevdîtinê bi miwekîlê xwe Ocalan re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kir.

Heta niha 805 serlêdanên parêzeran hatine redkirin.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve hevdîtina rêber Ocalan a bi parêzerên xwe re bi hincetên cuda tên redkirin.

Her wiha Rêber Ocalan û malbatên girtiyên din yên li girtîgehê jî nikarin hevdîtinê pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button