Di Çemê Ceqceq yê Hesekê de ciwanek noqî avê bû.
Ciwanê bi navê Salim Hisên El-Îd kete Çemê Ceqceq ê bajarê Hesekê de û di encamê de xeniqî.
Îro saet 7 û nîv yê sibehê ciwanê bi navê Salim Hisên El-Îd yê 15 salî di çemê Çeqçeqê xeniqî.
Ciwanê xiniqî ji şêniyê taxa Neşwa rojava ya bajarê Hesekê ye.
Dema ku ew ciwan di ber berava Çemê Ceqceq ê re derbasbû, lingê wî şemitî û kete nava avê de.
Tîmên rizgarkirinê û Hêzên Ewlekariya Hindirîn, ji bo Salim xlas bike yekser berê xwe dan cihê bûyerê.
Tîmên rizgarkirinê li cenazeyê Salim di avê de digerin, da ku derxin û radestî malbata wî bikin.