Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Zîb El-Eswed, armanckirina Mala Birîndaran a li gundê Hîmo yê rojavayê Qamişloyê şermezar kir û da zanîn ku êrişên li dijî birîndarên şer, nîşaneya destirêjiya li aştî, rûmeta gelan û ewlehiyê ye.
Zîb El-Eswed, yek ji fermandarên Mecisa Leşkerî ya Dêra Zorê ye, dema serdana Mala Birîndaran a Qamişloyê dikir, droneke dewleta Tirk a dagirker erebeya wî bombe kir û ew birîndar kir.
Fermandar Zîb El-Eswed derabrê bûyerê de ji ajansa Hawarê re axivî..
El-Ewsed destpêkê bibîr xist ku ew ji destpêka aloziya Sûriyê tevî xwişka xwe tevlî xebatên leşkerî bûne û di şerê li dijî DAIŞ`ê de cih girtine.
Zîb El Eswed dibêje:
“Xwişka min di şer de birîndar bû. Min bi armanca serdana wê û şervanên din ên birîndar, serdana mala birîndaran a Qamişlo kir.”
Fermandar Zîb El-Eswed: Dewleta Tirk êrîşî hemû nirx û pîvanên mirovî dike
Fermandar Zîb El-Eswed eşker kir di wê navberê de balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker erebeya wî û sivîlên li wê derê bombebaran kir û ev tişt anî ziman:
“Ez nikarim wî dîmenî bînim ziman, bi rastî êrîşa dewleta Tirk a dagirker li dijî hemû pîvan û nirxên exlaqî yên civakî û navdewletî bû.
Dewleta Tirk bi vê yekê careke din piştrast kir ku ew destdirêjiyê li ewlehiya gelan dike û piştgiriya çeteyên DAIŞ`ê dike.”
Fermandar Zîb El-Eswed êrîşên li ser herêmê tevî jî bibîr xist û destnîşan kir dewleta Tirk bi van êrîşan jiyana sivîlan dixe xeteriyê.
Dawiyê jî got:
“QSD`ê hemû pêkhateyên herêmê bê cudahî diparêze.
Em ê heta dawiyê li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin.”