Beriya em derbasî bultenê bibin bi çend kêliyan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên rojavayê Minbicê bi hawinan topbaran dikir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên Seyade, Um Edesê û Dendeliyê yên rojavayê Minbicê topbaran kirin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku 2 hawin li gundê Seyade ketin û 7 hawinên din jî li gundên Um Edesê û Dendeliyê ketin.
Beriya vê topbaranê jî, Balafirên keşfê yên artêşa Tirk dagirker li asîmana gundewarên rojavayê kantona Kobanê digeriyan.