Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê, li dijî faşîzm û nijadperestiyê çalakiyeke bi meşê hate lidarxistin.
Meş bi tevlêbûna rêxistinên çep, şoreşger û antî-faşîst li dijî faşîzm û nijad-perestiyê pêk hat.
Çalakî li meydana ber Dêra Spî a Mezin dest pê kir û heya bi pirtûk-xaneya mezin a navendî dom kir.
Çalakvanan li ber pirtûkxaneyê daxuyaniyek dan û dirûşme li dijî nijadperestî berz kirin.
Her weha polîtîkayên welatên Ewropa yên têkildarê penaberan, bêdengiya wan li ser zilm, ne-helwesta li hember dîktatoran û cihêkariyê hat şermezar kirin.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.