Çeteyên DAIŞ’ê şeva 26’ê Cotmehê li wîlayeta Diyala ya Iraqê êriş birin ser gundekî û herî kêm 12 kes hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.
Piştî vê êrişê, li herêma Diyala êrişeke din pêk hat û di encamê de 7 kes hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê yên Iraqê, şevê din çeteyên DAIŞ’ê êriş li gundê El Reşad ê navçeya El Mikdadiye yê wîlayeta Diyalayê pêk anî.
Di êrişê 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku êrişkar reviyan û hêzên ewlekariyê sewqî herêmê hatin kirin.
Li ser mijarê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser Twitterê daxuyaniyek da û da zanîn ku operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.
Li Diyala di encama êrişekê de 7 kes hatin kuştin
Her wiha piştî êrişa şeva 26’ê Cotmehê li ser gundê Nehîr El-Îmam jî êrişek ji aliyê kesên nenas ve pêk hat.
Di encama êrişê de 7 kes hatin kuştin.
Li gorî nûçeya El Sûmeriya Newsê, êriş ji aliyê malbatên kesên di êrişa DAIŞ’ê de hatin kuştin, hate kirin û di encama êrişê de hin malên li gund hatin şewitandin.