Hiso Îbrahîm: Niha xayîn ji berxwedêran hesab dixwazin!

Bi mehan e dewleta Tirk bi hemû hêza xwe, çekên qedexekirî û kîmyewî jî di nav de, êrîşî gerîlayên HPG’ê dike. Tevî wê, hêzên PDK’ê jî êrîş dike û gerîlayan şehîd dike. Heso Îbrahîm, Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweser a Şengalê li dijî van êrîşan nerazîbûn, nîşan da û got dibêje: “Kesên xayîn hesab ji kesên berxwedêr dixwazin!”

Heso Îbrahîm destnîşan kir ku li ser gerîlayên azadiyê şerekî bê exlaq tê meşandin û diyar kir ku hêzên berxwedêr yên ku Şengal ji Çeteyên DAIŞ’ ê parastin niha rastî êrişan tên.

Heso Îbrahîm behsa rola hêzên navneteweyî ya di şerê niha tê kirin de jî kir û got: Yên hilbijartina Iraqê pêk anîn û Peymana 9’ê Cotmehê îmzakirin jî her heman bûn.

Îbrahîm anî ziman ev şerê ku niha li hemberî hêzên şoreşger tê meşandin dibe di bin navê dewleta Tirk de be lê NATO bi xwe jî destek dide vî şerî.

Back to top button