Li Idlibê şerê dinavbera Hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de dewan dike.
Îro hêzên hikumeta Şamê hewl dan ku derbasî baregehên çeteyan ên li eniya El-Bare ya çiyayê Zawiyê ya Idlibê bibin.
Di encamê de şer derket û ji herdu aliyan kuştî çêbûn.
Ji aliyekî din jî, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê herêmên Filêfil û Bênîn a li gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin.
Hate diyarkirin ku du sewqiyetên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê li bajarê Seraqib a gundewarê Idlibê pêk hatin.