Endamên Parlementoya Ewropa derbarê çekên kîmyewî de xwestin lêkolîn bê kirin

Endamên Parlementoya Ewropayê jî ji saziyên navnetewî xwestin derbarê çekên kîmyewî de lêpirsîn were destpêkirin.

Koma Dostaniya Bi Kurdan a Parlementoya Ewropayê xwest bila li ser çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi kar tîne, lêpirsîneke navneteweyî were kirin.

Hevserokên Koma Dostaniya Kurdan Françoîs Alfonsî (Firençoys) Andreas Schieder (Endris Şîdir) Nîkolaj Vîllûmsen (Nîkolaj Vîlyumsin) daxwaz ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Ofîsa Karên Bêçekkekirinê ya Neteweyên Yekbûyî kiririn ku li dijî sûcên Tirkiyê lêpirsîn bidin destpêkirin û komîsyoneke serbixwe ava bikin.

Endamên Parlementoya Ewropayê tekildarî mijarê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar dan û diyarkirin ku ger mudaxeleyeke xurt û lezgîn neyê kirin wê Tirkiye cesaret bigire û êrişên xwe yên bi çekên kîmyewî zêdetir bike.

Back to top button