Partiya Sûriya Pêşerojê êrişa li bazara Idlibê şermezar kir

Partiya Sûriya Pêşerojê êrişa li bajarokê Cisir El Şixûr ê Idlibê şermezar kir û banga aktîfkirina diyalogên siyasî û pêkanîna biryara 2254’an kir.

Partiya Sûriya Pêşerojê, di daxuyaniyê de îşaret bi civînên Astanayê û encamên wê kir û got:

Her tim civînên Astanayê ku li ser hesabê xwîna gelên me têne kirin, êş û azaran zêde dikin.

Êşa herî dawîn sibeha roja şemiyê bû.

Balafirên şer yê rûsya bi awayekî hovane sûka bajarê Cisir El-Şixûr bombebaran kir.

Di encamê de tevî jin û zarokan gelek sivîl hatin qetilkirin û birîndar bûn.

Partiya Sûriya Pêşerojê banga pêkanîna biryara 2254’an jî kir û got:

Ji bo em tevahî gelê xwe ji encamên siyasetên berjewendiyan biparêzên, careke din bang li tevahî aliyên nîştimanî yên Sûriyê dikin ku li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya NY’ê tev bigerin.

Her weha diyaloga siyasî aktîf bikin û aştiyeke mayînde li Sûriyê pêk bînin.

Back to top button