Hesekê-Ji bo şehîd Dîdar û Reşîd merasîmek hat lidarxistin

Meclisa Malbatên şehîdan a Hesekê ji bo gerîlayên HPG’ê Dîdar Tolhildan û Reşîd Arîn ku li çiyayên kurdistanê şehîd bûn, merasîmek li dar xist.
Şêniyên herêma Efîrn û Şehbayê sersaxî dan malbata şehîd Diyar Efrîn.
Li Kobanê û Tebqayê bi çalakiyên cuda şehîd Zîlan hate bibîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo gerîlayên HPG’ê Leyman Hesen binasnav Dîdar Tolhildan û Ahmet Ednan binasnav Reşîd Arîn yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, merasîmek li dar xistin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed axivî û tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn.

Rojda Ehmed bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmê û wiha got:

“Her çiqasî êrişên xwe li ser hêzên me yên li çiyayên Kurdistanê zêde bikin wê bi ser nekevin.

Em ê heta serkeftinê li hemberî dijmin li ber xwe bidin.

Bi navê hêzên leşkerî yên Hesekê ji fermandara YPJ’ê Stêrk Dêrik axivî û soza dewama riya şehîda da.

Dawiya merasîmê wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şêniyên herêma Efrînê sersaxî dan malbata şehîd Diyar Efrîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’ê Diyar Efrîn, merasîmên sersaxiyê li dar xist.

Di merasîmê de, kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd û tevahî gelê Efrînê re xwestin û gotin:

“Bila tevahî cîhan bizane ku em tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin.

Têkoşîna me bi saya zarokên me mezintir dibe.”

“Em xwediyên axa pîroz in. Em dikarin bê zarok jiyan bikin, lê em nikarin bê welat û axa xwe bijîn.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

Kongra Star li Kobanê şehîd Zîlan bibîranî

Her wiha Kongra Star a herêma Firatê ji bo bîranîna şehîd zîlan civînek li dar xist.

Di civînê de, Edama kongra star a herêma firatê Nûdem Ehmed axivî û wiha got:

“şehîd zîlan bû mînaka hemû jinên azad li cîhanê.

Nameya şehîd zîlan hate guhdarkirin û sînevizyon li ser jiyana şehîd zîlan hate pêşkêşkirin.

Tebqa-Jinan soza şopandina riya şehîd Zîlan dan

Di heman çarçoveyê de, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê bi merasîmekê şehîd Zîlan bi bîr anîn.

Back to top button