Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Ridwan El-Ferec li goristana şehîdan a navçeyê spartin axê.
Îro bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê Şehîd Ridwan El-Ferec ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û birin Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê.
Li goristanê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Salim El-Salim sersaxî da malbata şehîd û soza pêkanîna armancên şehîdan da.
Paşê ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhemîd El-Sayir axivî û got:
“Şehîd Ridwan ji bo parastina welatê xwe canê xwe feda kir û li ser rêya bi hezaran şehîdan meşiya.”
Bi navê malbata ŞehîdRidwan, Casim El-Ferec axivî û diyar kir ku berxwedana wan a li hemberî dagirkeran berdewam dike.
Piştî axaftinan cenazeyê Şehîd Ridwan hat oxirkirin.