Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê, di çarçoveya rêzekomxebatên di bin navê ” Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê”, îro li bajarê Reqayê civîn li dar xist.
Di civînê de seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed axivî û got:
“Rewşa Sûriyê êdî êrişên leşkerî ranake û pêwistî bi diyaloga nava hemû pêkhateyên Sûriyê de heye.”
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê, di çarçoveya rêzekomxebatên di bin navê ” Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê”, îro li bajarê Reqayê komxebatek li dar xist.
Bi tevlîbûna bi dehan rewşenbîrên Reqa û Tebqayê, çalakvanên siyas û seroka Meclisa rêveber a MSD’ Ilham Ehmed komxebat hate dest pê kirin.
Di komxebatê de geşedanên siyasî yên li herêmê û rola rewşenbîran di çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û aloziya Sûrî de hatin nîqaşkirin.
Ilham Ehmed: Êdî rewşa Sûriyê êrişên leşkerî ranake
Serok Meclisa Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed di civînê de balkişand ser rewşa herêmê bi giştî û got:
Rewşa Rêveberiya Xweser li herêmê di hemû warî de ji berê baştire û di warê siyasî û peywendiyên bi derve re berfirehtir bûye.
Îlham Ehmed îşaret bi rewşa Sûriyê giştî jî kir û diyar kir ku êdî rewş tehemûlî operasyonên leşkerî nake û pêwistî bi projeya diyaloga ku hemû sûriyan dicivîne û dighîne çareseriyê heye.
Ilham Ehmed daxwaz ji hemû aliyan jî kir ku baweriyê bidin vê porjeyê û destekê bidin, ji ber ew riya tekane ya derketina ji aloziyê û dawîanîna li rakeşiyê ye.
Li ser pirsa ka danûstandin bi muxalîfeta ku destekê ji Tirkiyê digre re jî heye an na? Îlham Ehmed got:
Hevdîtinên nefermî hebûn û diyalog û nîqaşên ji bo çareseriyê qebûl nekirin, dema sedem jî hat pirsîn, derket holê ku Ji AKP’ê ditirsin..
Ilham Ehmed: Em bi Rûsya, DYA û Şamê re di nava danûstandinan de ne
Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya diyaloga Sûrî û tevlêbûna hemû aliyan da bighêjin çareyeke li gorî dilê pêkhateyan û got:
Dawiya dawî berjiwendiya me berjiwendiya gelên herêmê ye..Peywendiya me bi Rûsiya û Amerîka re dewame û her wiha bi hikumeta Şamê re jî.
Piştî şirovekirina Rewşa Siyasî, deriyê diyalogê hat vekirin û pirs hatin kirin..