Li Şehba 2 leşkerên rêjîmê birîndar bûn û li Minbicê jî welatî hatin gulebarankirin

Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmê didomin. Li Şehbayê artêşa Tirk êrişî hêzên hikumeta Şamê kir û 2 leşker birîndar bûn. Li Minbicê jî dewleta Tirk gule li cotkaran barandin û li Efrîn û Şehbayê balafirên keşfê geriyan.

Artêşa Tirk a dagirker bi fûzeyan nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Mişêrfê yê Şehbayê topbaran kir.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.

Li aliyê din, li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker îro di saetên nîvro de gule berdan sivîlên gundê Ewn Dadat ên Minbicê.

Di encamê de ciwanekî li nav erdê xwe dixebitî, birîndar bû.

Her wiha îro ber bi êvarê jî Balafirên keşfê yên Tirkiyê li ser asîmanê Efrîn û Şehbayê geriyan.

Back to top button