Emerîka ragihand ku, Îranê bêhtirî hezar kes di xwepêşandanên dawî de kuştiye.
Nûnerê Emerîka ji bo karûbarên Îranê Brian Hawk diyar kir, “ev serjmarî li gorî raporên curbecur û analîzên Istixbaratî ye”.
Hawk destnîşan kir ku, “Pasdarên Îranê li bajarê Meşiûr bi qasî 100 kes bi guleyên zindî kuştine û dîmen jî di destê wan de ye”.
Her wiha diyar kir ku, “ev dîmen ji hezaran dîmenên ku wan bi dest xistiye” û hişyariya dubarekirina van bûyeran jî da.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, li dijî siyaseta hikûmetê û bêkariyê, ev demeke xwepêşandan berdewam in û gelek rêbazên tundiyê jî li ser wan hatiye bikaranîn..