Çalakiyên pîrozbahiya salvegera damezrandina tevgera mirovahiyê PKK’ê didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Sirînê a Kobanê salvegera 43 a damezirandina PKK`ê bi şahiyekê pîroz kir.
Bi boneya salvegera 43 a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li navçeya Sirînê ya Kobanê şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Îsmaîl Qadriye axivî û ev roj li rêber APO pîroz kir.
Îsmaîl Qadriye got:
“Wekî rêber Apo gotî; me bi ciwanan destpê kir û em ê bi ciwanan ser bikevin.”
Qadriye diyar kir ku ew li ser şopa şehîdan bimeşin û ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe mezin bikin.
Her wiha endama Kongreya Star a Sirînê Emel Mistefa jî axivî û got:
“Rêber Apo xwediyê fikrê azad û projeya rizgarkirina jinan e. Em çiqas em behsa berxwedan û lehengiya gerîla bikin, kêm e.