Bûyer û hewildanên kuştinê li kampa Holê bi dawî nebin. Duh jî penaberekî din ê Iraqî li kampê hat birîndarkirin.
Çavkaniyekî ji kampê ji televizyona me re ragihand “Penaberê Iraqî yê bi navê Îmad Xemîs Ebdullah ê 25 salî birîndar hat dîtin.”
Çavkaniyê da zanîn ku Îmad ê birîndar du gule, yek di ling û yek jî di destê xwe de xwariye.
Hat ragihandin ku Îmad ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya gel a li Hesekê.
Li kampa Erîşa.. zarokeke 5 mehî jiyana xwe ji dest da û 2 birîndar bûn
Li aliyekî din li kampa Erîşa ya li Başûrê Hesekê jî duh konek şewitî.
Hat ragihandin ku sedema şewatî jî teqandina sobeyê bû.
Di encama şewatê de zaroka 5 mehî ya bi navê Israi Ehmed El-Mişrif bi temamî şewitî û jiyana xwe ji dest da.
Tevî wê, dê û bavê Isai jî, Ehmed Hebas El-Mişrif û Rama Edanan El-Mişrif birîndar bûn.
Her du birîndar jî ji bo nexweşxaneya Gel a li Hesekê hatin rakirin.