Êriş û topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê zêde dibe. Dagirkeran îro careke din gundên Eyn Îsa û Şehbayê bombebarankirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di satên piştî nîvro de gundê Şêx Îsa yê kantona Şehbayê topbaran kir.
Hat ragihandin dagirkeran di êrişan de çekên giran bikaranîn.
Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Fatsa û rêya M4 ên navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kir.
Derbarê encamên êrişan de agahî nehatin bidestxistin.