Li Dêra Zorê zarokek birîndar bû

Ji bilî êrişên şane û çeteyên DAIŞ’ê, heta niha bermahiyên wan jiyana sivîlan dixin metirsiyê.
Herî dawî li Dêra Zorê zarokek ji ber van bermahiyan birîndar bû.

Bûyer duh li bajarokê Sûsê yê dikeve rojhilatê Dêra Zorê pêk hat.

Li wir mayînek ji bermahiyên DAIŞ’ê ku di baxçeyê malekê de hatibû çandin, teqiya.

Di encama vê teqînê de zarokê bi navê Ebdullah El-Elî bi giranî birîndar bû.

Ebdullah ji ber birîna wî ya giran rakirin nexweşxaneya navçeya Elkîsûm الكيصوم.

Xebat û operasyonên hêzên taybet bi rakirina mayînan di vî alî de dewam dikin.

Lê ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê jimarên mezin ji teqînan li pey xwe çandibûn, heta niha şêniyên wan deveran dibin qurban.

Back to top button