Li gorî encamên destpêkê di tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariya Fransayê de, Emmanuel Macron careke din bû serokê Franca.
Tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê ya Fransayê bi dawî bû.
Li gorî anketên ku ji aliyê weşana giştî ya France Info ve hatine kirin, Macron ji sedî 58,2 ê dengan stendiye..
Marine Le Pen jî ji sedî 41,8 deng girt..
Rêjeya kesên ku beşdarî hilbijartinê nebûn jî ji sedî 28,2 hat diyarkirin.
Macron ê 44 salî wê bibe sêyemîn serokomarê ku ji bo vê postê cara duyemîn tê hilbijartin.