Parlamenterê Swîsreyî: dawî li şerê li dijî Kurdan bînin

Parlamenterê Swîsreyî Fabian Molina li dijî êrişên dewleta Tirk bertek nîşan da..
Fabian bi rêya hesabên xwe yên medya dîjîtal bang kir ku şerê li dijî Kurdan bê rawestandin. 

Ji bo dawî anîna êrişên dagirekriyê Fabian Molina li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal peyameke bi dîmen parve kir.

Molina baldariya raya giştî ya navneteweyî ya li ser şerê Rûsyayê yê li Ûkraynayê bi bîr xist ..

Molina diyar kir ku heman baldarê li dijî şerê li ser Kurdan nayê nîşandan.

Fabian ev bang li hikumeta Bernê kir:

“Dema ku tu li vî dîmenî temaşe dike, Erdogan li Bakurê Iraqê û Bakurê Sûriyeyê du şerên bi xwîn dimeşîne.

Raya giştî ya navneteweyî ku bi piştevaniyeke mezin li ber şerê li Ûkraynayê radibe, ev herdu şer ji bîr kiriye.

Lewma divê Swîsre li dijî Erdogan û derdora wî ku vî şerî dimeşînin biryarên pêkanînan bide.

Parastina hiqûqa navneteweyî û bicihanîna vê hiqûqê ji bo Swîsreyê timî girîng bû.

Vî şerê li dijî Kurdan bisekinînin.”

Back to top button