Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya meha Nîsanê ya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarên Minbicê eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya meclisê: Li eniya Sacûr a bakurê Minbicê di encama topbaran û bombebaranan de du sivîl şehîd bûn.
Nêzî 55 top li gundên Cat, Ewn Dadat, Ereb Hesen, El-Muh-sinlî, Seyada û Ya-lnilî ketin.
Her wiha balafirên bêmirov 5 caran ew gund bombebaran kirin.
Şervanên Meclisa Leşkerî bersiv dan û balafireke bêmirov beriya êriş bike, xistin xwarê.
Li aliyekî din jî dagirkeran 17 caran gundên li seranserî eniya Sacûr bi çekên giran û sivik kirin hedef.
Di encamê de li Mezreya (Cerad) a girêdayî gundê Muh-sinlî yê bakurê rojavayê Minbicê sivîlek şehîd bû û sivîlek jî li gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê birîndar bû.