Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star meşeke girseyî li Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê li dar xist.
Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star amade bûn.
Meş li kolanên sereke geriya û diruşmên şermezarkirina êrişan û îxanetê hatin berzkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Hêva Bekir axivî û da zanîn ku ew ê li ser şopa şehîdan, fikir û felsefeya rêber Ocalan bimeşin û destekê bidin gerîla.
Her wiha endama Koordînasyona Kongra Star Amîne Xidro jî êrişên li dijî gerîla şermezar kirin û got:
“PDK’ê bi îxaneta xwe îsbat dike ku li dijî biratiya gelan û projeya neteweya demokratîk e.”
Amîne Xidro bang li civata navneteweyî kir edalet û wekheviyê pêk bîne û sînorekî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re deyne.