Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo tecrîdê li ser Rêber Apo daxuyaniyek da

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, li Qamişlo, Hesekê û Til Koçerê, bi meş û daxuyan hat şermezarkirin.
Di çalakiyan de banga rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriya berxwedana gerîla, hat kirin.

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, bertek zêde dibin.

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Qamişlo û Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêber Apo, daxuyanî dan.

Meclisan di daxuyaniyên xwe de biryara qedexeya 6 mehan hevdştina bi Rêber Apo re, şermezar kir.

Di daxuyaniyan de bal hat kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Gerîla û ev tişt hatin gotin:

”Şerê ku li Başûr dibe, şerê hebûn û tinebûnê ye.

Tirkiye dixwaze vîna me bişkîne.”

Meclisan bang li sazî û rêxistinên Mafên Mirovan kirin ku li dijî siyaseta dewleta Tirk bi erka xwe rabin.

Li Til Koçber banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hat kirin

Her wiha ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo, bi sedan şêniyên navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo, endamên saziyên sivîl, kesayetên siyasî û rûspiyên eşîrên herêmê, meşek lidar xistin.

Meş li têketina navçeyê dest pê kir û li qada navçeyê veguherî mitîngê.

Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Navçeya Til Koçer Newaf Xedan tecrîda li ser Rêber Ocalan şemezar kir û got:

“Dewleta Tirk bi van siyasetên xwe yên li dijî gelên azadîxwaz û rêber Abdullah Ocalan, nikare me ji têkoşînê bide alî.”

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan tecrîd şermezar kir

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan jî bi heman armancê, li bajar û navçeyên kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê, daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de dirêjkirina dema tecrîda li ser Rêber Apo û qedexekirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re, hat şermezarkirin.

Her wiha êrişên ser hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê jî hat şermezarkirina û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku bi erka xwe rabin û zextê li hikumeta AKP`ê bikin, da ku van êrîşên xwe yên bi armanca qirkirinê pêk tîne, rawestîne.

Back to top button