Jin ji bo azadiya Rêberê xwe, li qadan têdikoşin. Îro, Kongra Star li Qamişlo çalakiyek li dar xist..
Jinên beşdarî çalakiyê bûn helwest nîşan dan û gotin; ”Heya Rêberê me azad nebe em ê ranewestin”.
Demeke dirêj e agahî ji Rêber Apo nayê girtin û her diçe tecrîd girantir dibe.
Bi armanca rakirina tecrîdê û azadiya fêzîkî ya Rêber Apo, îro jî jin li qadan bûn.
Bi slogana ”Na ji tecrîdê re, erê ji Azadiyê re”, Kongra Star a Kantona Qamişlo çalakiyek li dar xist.
Jinan bi helweseteke mezin berê xwe dan navenda Netewên Yekbûyî ya Qamişlo.
Şandeyeke ku ji 4 kesan pêk hat derbasî hundirê navendê bûn û daxwazên xwe pêşkêşî wan kirin.
Di çalakiyê de bi navê Kongra Star a Şiha Xelîl axivî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.
Jinan bê navber bi sloganên azadî ji bo Rêber Apo qêriyan..
Rêvebera Kongra Star a taxa Hililiyê Saliha Keleş jî nerîna xwe anî ziman û soza domanda têkoşînê da.
” Azadiya Rêber Apo azadiya me ye”
Jinan piştrast kir ku ew ê heta pêkanîna daxwazên wan ranewestin.
Rêvebera Kongra Star a bajarê Qamişlo Hindirîn Xelîl jî bi gotina azadiya me di azadiya Rêber Apo de tê dîtin ev helwest nîşan da: