Komîteya Awarte ya li Dêrikê bi armanca parastina mewsima îsal tedbîr girtin, ji wan Hêzên Parastina Civakî li rêyên zeviyan hatin bicihkirin û erebeyên agirkujiyê jî li gelek nuqteyên herêmê hatin belavkirin.
Ji bo mewsima çinîna genim ji şewatê were parastin, HPC’ê li navçeya Dêrikê, Beravê û Koçerat hatin belavkirin.
HPC, bi şev û roj digerin û welatiyan hişyar dikin ku parastina patozan bikin û dûvikên çixareyên xwe neavêjin.
Endama HPC’ê Selamet Hacî ku nobetdariyê li xeta Eyn Dîwar dike, got:
Tevî ku îsal baran nebariya û mewsim ne baş e, lê dîsa jî divê ew parastina zeviyên mayî bikin û li gorî biryarên Komîteyên Awarte tev bigerin.
Zehriyê Ebduerhman Bozo jî bang li gel kir ku bi komîteyên awarte û Hêzên Parastina Civakî re bibin alîkar û dema bûyerên şewatê derketin, yekser agahî bidin.