Rêxistina Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT eşkere kir ji ber êrişên dewleta Tirk a qirker yên li dijî Başûrê Kurdistanê, di nava 7 salan de 116 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 120 kes jî birîndar bûne.
Dewleta Tirk a ku li hemberî gerilayan nikare encam bigire, serî li qetilkirina welatparêzên Kurd û welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê dide.
Bi taybetî di demên dawî de êrişên dagirkerî yên li dijî Başûrê Kurdistanê zêde bûne. Di êrişa dawî de li Bamernê 2 jê zarok 3 sivîl hatin kuştin.
Têkildarî encamên êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmê, Rêxistina Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT raporek weşand.
Li gorî rapora CPT amade kiriye ji sala 2015’an ve di êrişên li dijî Başûr de heta sala 2021’an 116 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 120 welatî jî birîndar bûne.
Ji derveyî vê dewleta Tirk penaberên siyasî hatine qetil kirin û hewldana qetilkirina hinek penaberên din ên siyasî daye.
Herwiha CPT’ê di rapora xwe de da zanîn ji ber êrişên Tirkiyê 150 gund bi temamî hatine valakirin û 648 gund jî di bin xeteriya valakirinê de ne.