Bi pêşentgiya Kongra Star û PYD’ê, şêniyên navçeya Amûdê bi meşekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin û berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir.
Meş bi diruşmeya “Bi vîna gel û gerîla, wê dagirkerî û xiyanet têk biçe” ji Çerxerêya Qada Şehîd Cîhad a navçeya Amûdê ber bi Qada Jina Azad ve dest pê kir.
Li Qada Jina Azad endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Kenan Berekat axivî û bal kişand li ser xeteriya li ser herêm û got:
“Êrişên qirkirinê ne tenê li hemer gerîla ye, li hember PKK’ê, PYD, Bakurê Kurdistan, Başûrê û Rojava ye, ev êrişên qirkirinê li dijî tevahî gelê Kurd û nirxên gelê Kurd in.”
Kenan Berekat di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser berxwedan gerîla û wiha got:
”Ger ne ji berxwedaniya gerîla be wê di nava çend rojan de seranserî xaka Başûrê Kurdistanê bikeve bin dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst û bi dehan Kurd di qirkirina çandî re derbas bibe.
Kenan Berekat di dawiyê de got: ”Hetanî azadiya Rêber APO em ê li ser lingan bin û her tim bi berxwedana gerîla û şervanên xwe re ne.”