Rojane û bê navber herêm rastî êrişan tê.
Artêşa Tirk îro dîsa Til Temir da ber topan û kehrebe ji ser bajêr qut bû.
Artêşa Tirk a qirker vê sibehê gundê Um El-Kêf ê Til Temirê bi dijwarî topbaran kir.
Ji ber êrişê kehrebe ji ser bajarê Til Temirê qut bû.
Duh derengî şevê jî 5 gundên Til Rifet û navenda navçeyê hatin topbarankirin.
Her wiha gundê Meranaz, Şewarxa û Irşadiyê ên navçeya Şera jî bûn armanca topan.