6 KESÊN TIRK, SÛRÎ Û HOLANDÎ LI MISIRÊ HATIN GIRTIN

Hêzên Misrî, 6 kesên Tirk, Sûrî û Hollendî, bi tewanbariya derxistina tevliheviyan li dijî hikûmetê, girtin.

Wezareta Karê Derve ya Misrê jî, bang li civaka navdewletî kir ku, Erdogan li ser sûcên li dijî Kurdan were darizandin.

Rojnameya “Eyn El-Exbariyê” ragihand ku, hêzên ewlekariyê yên vî welatî, 3 Tirk, 2 Sûrî û Holendiyek ên girêdayî Ixwan El Muslimîn, girtin.

Li gorî rojnameyê, van kesan plana derxistina tevliheviyan li dijî Hikûmtê dikirin.

Her wiha çekên ji bo tirsandina xelkê jî, bi wan re hebûn.

WEZARETA KARÊ DERVE YA MISIRÊ: DIVÊ ERDOGAN LI SER SÛCÊN LI DIJÎ KURDAN WERE DARIZANDIN

Doh jî, wezareta Karên derve ya Misrê hişyariya xwedîkirina Erdogan ji terorê re dabû.

Di daxuyaniya xwe de dibêje ku, Serokê Tirkiyê koma Ixwan Muslimîn li Tirkiyê himbêz dike û piştgiriya siyasî û ragihandinê ji bo wan dike.

Her wiha destnîşan dike ku, ew hewl dide hişmmedniya van koman li Misrê belav bike.

Wezreta Misrî bang li Civaka Navdewletî dike ku, divê Erdogan li ser van sûcên xwe û bi taybetî sûcên li dijî Kurdan were dariznadin.

Leave a Reply

Back to top button