Bi amadebûna bi sedan kesî cenazayê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Dîkan El-Sahî li goristana Şehîdan a Tebqayê hate oxirkirin.
Ehmed Dîkan El-Sahî yê ku di 18’ê vê Hezîranê ji ber nexweşiyê şehîd ketibû, li Goristana Şehîdan hat spartin.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ehmed Ebid El-Îsa û hevserokê Komîteya Hundirîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Riyad El-Walî axivî û gotin:
“Ev xak bi xwîna ciwanên me hate avdan û hê jî bi sedan ji keç û xortên me amade ne li ser şopa wan bin ji bo jiyaneke azad û birûmet bijîn.”
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirkirin.