Hêzên hikûmeta Şamê herêmên çeteyan ên Idlibê û Hemayê topbaran kir.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, hêzên hikumeta Şamê careke din herêmên Idlibê topbaran kirin.
Hat diyar kirin vê sibê deverên li Bare, Sifohin, derdora Kansefra, Filêfil û Bînîn ên li çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê hatin bombebarankirin.
Li aliyekî din çeteyên El-Fetih El-Mubîn ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker deverên hêzên hikumeta Şamê yên li eniya Dara Kebîra a li başûrê Idlibê topbaran kirin.
Li eniya El-Hemîqa ya Sehil El-Xab li bakûrê Hemayê, her du aliyan bi çekên giran bargehên hev topbaran kirin