Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Şahîn Lalî derbarê binçavkirina rojnamevanan de diyar kir ku dewleta Tirk bi vê yekê hemû peymanên NY’ê yên têkildarî azadiya rojnamegeriyê binpê dike.
Şahîn Lalî diyar kir ku binpêkirinên dewleta Tirk ên li hember saziyên ragihandinê û rojnamevanan ne qanûnî ye û got:
“Hemû saziyên ragihandinê yên li Tirkiyê di bin bandora siyaseta Tirkiyê de tevdigerin.
Dewleta Tirk peymanên NY’ê yên têkildarî azadiya ragihandinê binpê dike.”
Şahîn bêdengiya sazî û rêxistinên qanûnî yên navneteweyî li hember van binpêkirin şermezar kir.
Her wiiha anî ziman ku divê civaka navneteweyî helwesteke cidîn nîşan bide û komîteyeke serbixwe ji bo şopandina binpêkirinên dewleta Tirk ava bike.