Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi biryarnameyekê ragihand ku hemû malbatên Sûrî yên dixwazin ji kampa Holê derkevin, wê werin derxistin.
Rêveberiyê da zanîn, li gorî civîna piştî ya 5 Cotmehê ya navbera Rêveberiya Xweser û MSD’ê , li ser derketina hemû malbatên Sûrî hat lihevkirin.
Li gorî heman biryar-nameyê, koçber wê li ser daxwaza xwe derkevin û tu zext li wan nayê kirin.
Nûçegihanê me ji kampê ragihand ku heta niha ev biryar neketiye meriyetê.