SEZAÎ TEMELLÎ: EM BANG LI HER KESÎ DIKIN KU EM BI HEV RE PEYAMA CIVAKÎ AVA BIKIN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di koma HDP’ê ya meclîsê de bang li hemû rêxistinên civakî, partiyên siyasî, jin, ciwan, karker, kedkar û hemû beşên civakê kir û xwest li dijî kedxwarî, şer, faşîzmê bi hevre Peymana Civakî û zagona demokratîk ava bikin.

 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Sezaî Temellî, di civîna Koma HDP’ê ya li Meclîsê de axivî.

Sezaî Temellî diyar kir ku komkujiya li Kortekê hatî kirin, ne kêmtirî ya li Siwasêye û got:

Operasyonên dervê sînor mirovan ji cih û warên wan dikin.

Ji Efrînê dest pê kirin, niha li Xakurkê dewam dikin.

Polîtîkayên bê mirovhiştinê bûne polîtîkaya sereke.

Operasyona li Efrînê û Operasyona li Xakurkê jî li dijî yekîtiya axê ye. Divê hûn hurmetê ji yekîtiya axê re bigirin.”

Temellî bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên Aboriyê û wiha anî ziman:

Rewşa aborî li Tirkiyê pir kirîtîk e, fatûra hemû krîzê li ser piya gel bar dikin.

Kedê dixwin û xwezayê talan dikin.

Talankirina hem dîrok, hem jî xweza li Heskîfê li pêş çavan e.

Temellî di nava axaftina xwe de hilbijartina li Stenbolê bi bîr xist û wiha domand:

Di hilbijartina Stenbolê de em bûn Şirnex, Mûş. We hevîya siyaseta Tirkiye bêtir mezin kir.

Dem dema siyaseta nû ye. We rêya vê siyaseta nû li Stenbolê vekir.

Li Stenbolê bi kedkaran re we îtîrazek mezin bi rêxistin kir.

Dîsa bi îtîraza jinan li dijî zilm û tundiya li hemberî jinê we ev îtîraz bi rêxistin kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axaftina xwe bi wa bi dawî kir:

Werin em bi hev re gavên nû bavêjin.

Divê em hesabê hemû paşerojê bikin.

Divê em xwe ji pêşdarazan rizgar bikin.

Em wekî HDP’ê bang li hemû partiyên siyasî, jin, ciwan, karker û kedkaran dikin ku em bi hevre li dijî faşîzmê muzakereya têkoşînê mezin bikin.

Werin em bi hev re Peymana Civakî ava bikin.

Leave a Reply

Back to top button