Îro Rêveberiya Xweser jimarek ji jin û zarokên DAIŞ’ê yên Tacikî radestî şandeya Tacikistanê kirin.
Şandeya Tacikistanê ji 5 kesan, di nav de balyozê Tacikistanê yê li Kiwêtê Zûbeyd Illah Zebîdof, pêk dihat.
Şande ji aliyê Cîgirê Hevserokê Navenda Têkiliyên Derve Fener Gihêt û Endamê Desteya Rêveber a Têkiliyên Derve Xalid birahîm ve hatin pêşwazîkirin.
Rêveberiya Xweser 146 zarok û jinên DAIŞ’ê radestî şandeyê kirin.
Ji wan, 104 zarok û 42 jin bûn.
Ev jin û zarok jî li kampên Hol û Roj diman.
Şandeya Tacikistanê soz da Rêveberiya Xwesere ew ê jin û zarokên wan ên mayî jî bibin.
Cara yekem e hikumeta Tacikistanê jimareke wiha mezin ji welatiyên xwe werdigire.