Ji bo salvegera fermana 73’an a li ser civaka Êzidî ciwanên Şengalê meşek li dar xist.
Meş bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Êzidî û bi slogana ‘Bi rêxistinkirina Jinên Ciwan em ê bibin bersiva fermanan’ pêk hat.
Ciwan li ber avahiya dibistana Sor daxuyaniyek da û diyar kirin ku PDK’ê berspirsê fermanê bû.
Ciwanan dan zanîn yên Şengal rizgar kirin PKK’ê bûn û piştrast kirin ku ew ê vê qehremaniya wan ji bîr nekin.
Dawiyê ciwanan piştrast kirin ku ew ê xwe li ser fikrê Rêber Apo bi rêxistin bikin û parastina xaka xwe bikin.