Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê dewam dikin, hêzên QSD’ê jî di çarçoveya xwe parastinê de bersiva êrişan didin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li hember êrişên dewleta Tirk li ser herêmê, 3 çalakiyên bersivdanê li dar xistine.. Hat ragihandn di van çalakiyan de, yek jê fermandar 7 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li hember êrişên dewleta Tirk li ser herêmê 3 çalakiyên bersivdanê li dar xistine..
QSD’ê diyar kir ku ev çalakî bersiva êrişên dewleta Tirk ên rojên dawî li ser Kobanê û Amûdê bûn ku zarokek û 5 şervanên Erka xweparastinê şehîd bûn û gelek welatî birîndar bûn..
QSD’ê ev agahî derbarê çalakiyan de parve kir:
QSD: Li sînorên Riha, Dîlok û Mêrdînê 3 çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin
“Li sînorên bajarên Riha, Dîlok û Mêrdinê, li hember artêşa Tirk a dagirker 3 çalakiyên bibandor hatin lidarxistin.
Çalakiya yekem, li nêzî qereqola Çiçek-alan ya girêdayî navçeya Bêre-cûka bajarê Rihayê, dema ku 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker li derdora panzêreke bi cureya T-155 kom bûbûn, bûn hedef..
Di encama vê çalakiyê de, fermandarek û endamekî istîxbaratê jî tê de, bi giştî 6 endamên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
Her wiha ji ber bandora vê çalakiyê, di cebilxaneya baregehê de teqîn çêbû.
Çalakiya duyem, qereqola Kopru-bati ya girêdayî navçeya Qirqamişa bajarê Dîlokê hat hedef girtin.
Li vir, hêjmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehatin zelalkirin..
QSD: Di çalakiyan de yek jê fermandar 7 dagirker hatin kuştin
Çalakiya sêyemîn jî li sînora bajarê Mêrdînê hat lidar xistin û li vir erebeyeke bi cureya Kirpi hat hedef girtin.
Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.”
QSD: Çalakiyên me yên bersivdayîna êrişan wê dewam bikin
QSD’ê wekî encamên van hersê çalakiyan jî eşkere kir ku bi giştî 7 endamên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, herî kêm 3 jî birîndar bûn.
QSD’ê diyar kir ku li dijî her cure êrişên dewleta Tirk a dagirker wê çalakiyên wan ên bersivdayînê dewam bikin.