Rûspiyên Reqa, xelkê navçeya Til Temir û Kobanê jî bertek nîşanî êrişan dan.
Wan piştrast kirin ku ew ê li hember êrişan serî netewînin û dev ji axa xwe bernedin.
Rojane li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bertekên xelkê zêde dibin.
Kurd, Ereb hemû pêkhateyên li herêmê li dijî dagirkeriya tirk û bertekan nîşan didin.
Rûspiyê eşîreya El Bo Xemîs, Mistefa Hemşo êrişên Tirkiyê şermezar kir û got:
”Herêmên me bi ewle ne, Tirkiyê bi êrişên xwe hewl dide vê aramiyê têk bibe.
Em li dijî dagirkeriyê ne. Hemû ciwanên me bi QSD’ê re ne û dê parastina xaka xwe bikin.
Li dijî dagirkeriya Tirk em ê hevgirtina xwe xurttir bikin.”
Şêxê eşîreya El Mûsa, Zahir Îbrahîm El Hadî jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman:
”Dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide herêmê dagir bike û zarok, jinan û sivîlan bikuje.”
Zahir Îbrahîm balkişand ser bêdengiya hikûmeta Şamê ya li hember êrişan û got:
”Ka hêzên rejîmê û çekên ji bo bersivdayîna van êrişan anîne herêmê?
Divê hikûmet vê baş bizanbe, ev êriş bi armanca qetilkirina hemû sûriyan in. .
Dawiyê Zahir Îbrahîm li hember êrişan piştgiriya xwe bi QSD’ê re teqez kir.