Tifaqa Ked û Azadiyê bi dirûşma “Em ji şer, xizanî û zextan re bibêjin bes e’ li Qada Kartal a Stenbolê mitînga xwe ya yekê li dar xist. Di mêtîngê de mesaj ev bû: “Êdî roja hilbijartina demokrasiyê û dawîanîna li şer hatiye .”
Tifaqa Ked û Azadiyê bi dirûşma “Em ji şer, xizanî û zextan re bibêjin bes e’ li Qada Kartal a Stenbolê mitînga xwe ya yekê li dar xist.
Hevserokên giştî, hevberdevk û serokên partiyên siyasî yên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, ber bi cihê mitîngê de meşiyan .
Bi dehhezaran kesan dirûşmên “Kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ne”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bê Serok jiyan nabe” û “HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e” qêriyan.
Ji kedkaran heta karker, jin û ciwanan, bi deh hezaran kes li Qada Kartal kombûn.
Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê dawî li desthilata şer û tecrîdê bînin
Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîan Gozen got: Êdî gotin xelas bûye û rexê her kesî zelal bûye.
Ev îqtîdara faşîst a ku heta qirikê ketiye sûc, ji bo parastina kursiya xwe li dijî gel şer daye destpêkirin.
Tekane hêza ku dê aştî û azadiyê bîne vî welatî, vaye li vê derê ye. ”
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk jî destnîşan kir ku îqtîdarê li dijî gelê kurd şer daye destpêkirin û ev tişt anî ziman:
Gelê me li vê derê ye, netirsiya, têk neçû. Dê ketina AKP’ê bi destê Tifaqa Ked û Azadiyê be.”
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz jî di mitîngê de axivî û girse silav kir.
Akdenîz, bal kişand ser danîna qeyûman li şaredariyan û got: “Em ê rêveberiya yekzilamî û pergala çete û mafya têk bibin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî anî ziman ku ew ji bo ku ji şer, xizanî, zext û polîtîkaya tecrîdê re bibêjin “bes e” li qadan in û got: “Dê bi van hilbijartinan re dawî li polîtîkaya şer û tecrîdê bê anîn. ”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî bi lêv kir ku tifaqa wan roj bi roj mezintir dibe û got: “Dê bi saya gelên ku xwe li dora Tifaqa Ked û Demokrasiyê digirin, dawî li lîstiya şer a îqtîdarê bê anîn.
Em ê li dijî şer, tifaqa herî xurt a aştiyê ava bikin.
Piştî axaftinan, pêkhateyên ked û azadiyê derketin û kesên hazir silav kirin.