Hêzên Asayîşê ragihand ku roja yekemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” bi dawî bûye..
Û di wê çarçoveyê de xebatên lêgerînê di beşa yekemîn a Kampa Holê de bi dawî kirine..
Û ji nasnameyên niştecihên wê piştrast bûye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û tê de got:
“Hêzên me di çarçoveya qonaxa duyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” de xebatên lêgerînê di beşa yekemîn a Kampa Hol de bi dawî kirin.
Em ji nasnameyên niştecihên beşa yekemîn piştrast bûn.
Hêzên me dê bi piştevaniya QSD`ê girtina tedbîran di roja duyemîn a operasyonê de bişopîne.”
Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê eşkere kir ku Hêzên wan ev operasyon li dijî şaneyên DAIŞ`ê li dar xist ..
Da ku niştecihên Kampa Holê ji hovîtiya wan xilas bikin.
Her wiha asayîşê da zanîn ku şaneyên DAIŞ`ê bi zêdebûna êrişên dagirkeriya Tirk re, tevgerên xwe zêde kirin e.
Hêzên Asayîşê tekez kir ku ew dê pabendî qanûn û hevpeymînên mafên mirovan be.