Festîvala 2’yemîn a Mardoso ya Çand û Hunera Suryan li Qamişlo bi xelatkirina beşdaran ji aliyê rêveberiya Komeleya Suryan ve bi dawî bû.
Festîvala 2’yemîn a Mardoso ya Çand û Hunera Suryan di 3’yê Îlonê de li Hesekê dest pê kir.
Roja yekemîn li Hesekê bû û roja duyemîn û sêyemîn li hola Aştî ya li Qamişlo li dar ket.
Di roja dawîn a festîvalê de, gelek koman berhemên xwe yên hunerî pêşandan.
Li rex wê jî nivîskar û helbestvanê suryan û cîgirê Desteya Çand û Hunerê Hena Hena hat bibîranîn.
Rêveberiya Çandê ya Suryan a Sûriyê, beşdarên festîvalê xelat kirin ..
Di nav de Kanala Telefizyonê ya Ronahî ku festival şopand.