HPG’ê: Li Zap û Metîna 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Hêzên gerîla li dijî artêşa Tirk ya dagirker bê navber çalakiya dikin.
Gerîlayan li herêmên Zap û Metîna li hêzên dagirker dan.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyan de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin 2 jî birîndar bûn.
Her wiha artêşa Tirk careke din 11 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kir.

Şerê li başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike û gerîla derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 11’ê Îlonê li Qada Şehîd Adil ya bi ser Çemçoyê ve tîmên me yên bi tevger bi awayekî koordîneyî li hêzên dagirker xisin ku ketibûn nava tevgerê.

Di çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya baskê yekemîn de dagirkerek hate kuştin. Di çalakiya bi çekên giran ya baskê duyemîn de jî dagirkerek hate kuştin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 10’ê Îlonê li Girê Cûdî bi rabaza sekvaniyê li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer ve werin.

Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 11 caran bi çekên kîmyewî qadên Gerîla bombebarankirin

Navenad Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 10’ê Îlonê artêşa Tirk ya dagirker 11 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleer, 10 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran qadên berxwedanê yên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button