Hiqûqnas Aram Hacî: CPT bi erka xwe ranabe

Lêkolîner û hiqûqnas Aram Hacî dibêje tişta dewleta Tirk li dijî Rêber Apo dike sûce. Ciwanên Tebqayê jî diyar kirin ku ew ê xwedî li rêber Apo derkevin û fikrê wî belav bikin.

Lêkolîner û hiqûqnas Aram Hacî derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo ji ANHA’yê re axivî.

Aram Hacî got: “Tişta ku li dijî birêz Ocalan û hevrêyên wî pêk tê sûcek e.

Û tu hêmanên qanûnî, dadwerî û mirovî tune ne.”

Aram anî ziman ku sedema tecrîda li dijî rêber Apo sedemeke siyasî ye û wiha dewam kir:

“Tiştê li dijî birêz Ocalan pêk tê derqanûn, dermirovî û derexlaqî ye. Sedema tecrîdê siyasî ye.

Vê tecrîdê dikin da ku birêz Ocalan ji siyaseta li Tirkiyê û herêmê bi giştî qut bikin.

Ji ber ku bandorên wî yên aktîf û armancên wî dizanin û dewleta Tirk jî vê yekê naxwaze.”

Der barê serdana dawî ya CPT′yê ji Îmraliyê re jî Aram Hacî ev pirs kirin:

“Di rastiyê de ev serdan bi xwe re gelek pirsan derdixe holê, gelo çima CPT′ê ev serdan kir?

Çima bi kesî re parve nake? Ger ew serdan çêbûye, çima encamên wê ranagihîne?

Ma ne ji mafê mirov e pirs bike çi bûye û çi dibe? Bi wê re mirov dikare bêje CPT′ê bi erkên xwe ranebû.”

Ciwanên Tebqa: Em ê fikrê Rêber Apo belav bikin

Ciwanên Tebqayê jî derbarê mijarê de axivîn û diyar kirin ku ew ê xwedî li rêber Apo derkevin.

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê şaxê Tebqayê Diya Dîn El Mihemed got:

”Em ê belavkirina ramanên Rêber Ocalan û xurtkirina rêgezên neteweya demokratîk dewam bikin.

Ji ber ku çareseriya herî guncaw e.”

Ji rêveberên Yektiiya Jinên Ciwan Îslam Ebas jî bêdengiya li hember sûcên Tirkiyê şermezar kir.

Her wiha piştrast kir ku ew ê civakê li gorî fikr û felsefeya Rêber Ocalan bi rêxistin bikin.

Back to top button