Parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo belgekirina binpêkirinên li herêmê komîteyek ava kir.
Di 24’ê Îlonê de li bajarê Kobanê, ji aliyê 50 parêzerên Kobanê, Minbic, Reqa, Dêrazorê û Cizîre ve civînek hatibû lidarxistin.
Di encama civînê de komîteyek hiqûqî ji bo belgekirina sûc û binpêkirinên ku bandorê li sûriyên li herêmê dikin, hat avakirin.
Têkildarî mijarê, endamê komîteya ku nû hatiye avakirin, parêzer Mistefa Şêx Muslim wiha got:
“Hebûna komîteyeke wiha ji bo belgekirina binpêkirinên li herêmê girîng e.
Ku ev binpêkirin pêşkêşî aliyên navneteweyî bikin ..”
Muslim ev agahî jî parve kirin:
“Armanca komîteyê ew e ku binpêkirinên hemû aliyên ku dijminatiya Rêveberiya Xweser dikin, belge bike.
Di rêza herî pêş a lîsteyê de jî binpêkirinên dewleta Tirk pêk tîne ye.
Li aliyekî din jî şane û milîsên Îranê, çeteyên dewleta Tirk, çekdarên rejîmê û şaneyên DAIŞ’ê jî hene.”