QSD’Ê ÇETEYÊ HER TALOK YÊ SWÎSREYÎ GIRT

Hêzên QSD’ê piştî ku 23’yê Adara 2019’an têkçûna leşkerî ya çeteyên DAIŞ’ê ragihand, dest bi operasyonên taybet yên li dijî şaneyên veşartî yên çeteyan kirin. Hat diyar kirin ku di encama operasyonekê li Baxozê de çeteyê her talok yê Swîsrî yê bi navê Danîel hat girtin.

Danîel D. ji Swîsreyê ye û Interpol li tevahiya cîhanê lê digere, bi navê ‘Abdullah Funsu al-Swîssrî’ jî tê zanîn.

Danîel D. Nîsana 2014’an tê Sûriyê û tevlî DAIŞ’ê dibe.

Danîel D. yê ku ji Cinêvê ya Swîsreyê ye, beriya ku tevlî çeteyan bibe jî li Swîsreyê terorîstekî navdar bû, bi nasnameyeke dî çûbû Tirkiyê, li wir hatibû girtin.

Lê li şûna ku Tirkiyê wî radestî Swîsreyê bike , ji nedîtî ve tê.

Li gorî nûçeyên Yekşemê yên Swîsreyê Danîel D di operasyonekê de tê girtin.

Tê meraqkirin bê ka wê Swîsre daxwaza şandina Danîel D bike yan na.

Leave a Reply

Back to top button