Nivîsgeha Ewqafê ya Meclisa Girê Spî Mihemed Xêr El-Ehmed êrişên Tirkiyê li dijî perestgehan şermezar kir.
Mihemed Xêr El-Ehmed, hedefgirtina mizgefta gundê El-Tirwaziyê yê Silokê şermezar kir û ev tişt anî ziman:
”Tirkiyê di êrişên xwe yên li dijî herêmê de mirov û bingehên jiyanê dike hedef. Ew dixwaze tevliheviyê belav bike.
Şêx Mihemed Xêr anî ziman ku êrişên dewleta Tirk di tevahî olan de nayên qebûlkirin û wiha bi dawî kir:
”Di tevahî ol, qanûn, adet û heta şeran de hedefgirtina perestgehan nayê qebûlkirin, ji ber ku pîroz in.
Divê cîhan li hember van sûcên Tirkiyê bêdeng nemîne.”