Îro dîsa dewleta Tirk a dagirker berê topên xwe da Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Vê carê jî artêşa Tirk gundên Eyn Îsa, kobanê û şêrawayê topbaran kirin.
Îro car din li dijî gundên Eyn Îsa êrişên dagirkeriyê hebûn.
Dagirkeran gundên Ebû Sirê, Seyda, kampa Eyn Îsa û rêya M4 bi dijwarî topbaran kir.
Gundên Qeremox û Cêşan ên rojhilatî Kobanê û gundên Zormixar û Çarxiqlî yên rojavayê bajêr jî hatin topbarankirin.
Dewleta Tirk gundên Meyasê û Bênê yên Şêrawa jî, ji serê sibehê ve dide ber topan.
Doh êvarî jî 4 gundên girêdayî navçeya Til Temirê rastî topbaranê hatin.
Li Minbicê jî, gundê Toxar ê bakur û gundê Korhiyûk ê rojavayî bajêr bûn hedef.
Tevî êrişan, li herêmê liv û tevgera balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk hebû.
Ev jî dîmenên topbaran li ser navenda navçeya zirganê ne ku wêraniyeke zêde dixuye.