Cenazeyê Evîn Goyî şandin Başûr, yên Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil jî şandin Bakur. Gelek nûnerên saziyên Kurdan siyasetmedarên Ewropayî tev li merasîmê bûn.
Di merasîmê de Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Xanê Akdogan diyar kir ku Erdogan û piştgirên wî çi jî bikin wê têk biçin û wiha got: “Evîn çawa ku DAÎŞ qedand, em ê jî faşîzma Erdogan biqedînin.”
Ulmez: wê ev sedsal bibe ya Kurdan
Hevserokê CDK-F’ê Abdûllah Ulmez jî axivî û banga geşkirina têkoşînê kir û got:
“Gelê me bi têkoşîna xwe helwesteke zelal nîşanî kujeran da, ev sedsal wê bibe sedsala jin û Kurdan.
Kartal: Em ê bi hilweşandina faşîzmê, tolê bistînin
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal îşaret bi komkujiya 9’ê Çileya 2013’an qewimî, kir û got:
“Em ê tola wan bi hilweşandina faşîzmê bistînin.”
Her wiha Malbatên kesên hatin kuştin, qala têkoşîna xizmên xwe kir û ev peyam da:
“Me çiqas jî bikujin em ê çong netewînin. Serê gelê Kurd sax be. Em ê bi têkoşîna xwe xwedî li bîranînên wan derbikevin.
Cenazeyên hersê şehîdan îro ber bi Kurdistanê ve hat şandin.